30 January 2026 - 20:50
‘Tedbîrên li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê hatine zêdekirin’

NAVENDA NÛÇEYAN Wezareta Karên Hindir ya Iraqê ragihand ku li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê gelek tedbîrên ewlehiyê hatine bicîhkirin, bi dron û kamerayên termal sînorên bi Sûriyeyê re tên şopandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehlê Beytê(s.x)- ABNA- Wezareta Karên Hindir ya Iraqê ragihand ku li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê gelek tedbîrên ewlehiyê hatine bicîhkirin, bi dron û kamerayên termal sînorên bi Sûriyeyê re tên şopandin.
Berdevkê Wezareta Karên Hindir ya Iraqê Ebas Behadil bi daxuyaniyekê ragihand ku di astek bilind de sînorê welat ê bi dirêjahiya 218 km ê li gel Sûriyeyê tê parastin û dibin kontrolê deye.
Ebas Behadil diyar kir ku amadekariyên ewlekariya li ser sînor, ji bi bernameya rutîn wêdetir bi kolandina xendekan, çêkirina bendan, danîna bircên çavdêriyê, danîna têlên dirindî wêdetir çûye.
Her wiha Ebas Behadil destnîşan kir ku bi dron û kamerayên termal sînorên bi Sûriyeyê re tên şopandin û got: “Heta niha ti binpêkirin li ser sînor nehatiye qeydkirin. Ewlehiya li ser sînor li ser sê xetên parastinê hatiye avakirin: xeta yekem ji aliyê parêzvanên sînor ve tê birêvebirin, xeta duyem ji aliyê artêşa Iraqê ve û xeta sêyem jî ji aliyê hêzên Heşdî Şeebî ve tê birêvebirin.”
..............
Dawiya peyamê
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha